Ji me tiştek
çênabe, mirov bê baldar û bê bihîzkar in. Ev pergal nayê gûhertin û xêra
ciwantiyê ji xwe re nîne! Gelek mirovên li derdora me yên bindest ( em jî di
nav de) heya 31 Gûlan'ê van peyvan pir bikardianîn! Lê piştî serhildana GEZÎ'yê
ev peyv nema hatine bihîstin.Çimkî dema me li kolana diniherî, me dît ku em
dikarin rojeva welat bigûherînin, yê ku mafê meyî demokratîk ji dest xistiye
ûhw, dîktatoriya polîsên ku li her qada jiyana me midaxale dikin yên ku
hikûmeta AKP'ê ava kiriye; dîse me dît ku em dikarin li hember wan bitekoşin.
Yê ditirsîya ku
'Gezî vegerê TEKEL'ê: mane serokwezîrê dîktator Erdoxan bixwe bû. Niha dem dema
bilindkirina ala tekoşînê ye, a ku tirs dayî patronan û hikûmeta wan. Ev hê
destpêk e! Tekoşîn didome! Me hertim ev qîr dikir. Niha jî di 1'ê Gûlanê de
dema qîrkirinê ye!
Di dîroka vî
welatî de, sixtekariya di vê hilbijartina alozî de: ji bo ku em tola rêhevalên
me yên di serhildana Gezî'yê de hatine qetilkirin, kûjeriyên li ser kar û mafên
me yên ku hatin binpêkirin, bistînin: Jİ bo em deng bidin karkerên Greif,
Punto, em bidin xûya kirin ku aştî, di serdema dîktatoriya Akp'ê de tu carî pêk
nayê. Di roja tekoşîna me 1'ê Gûlan'ê de em mil bi mil li qada bin!
Divê îsal hûn jî
li qada 1 ê Gûlanê bin! Jiber ku di sala 2013'an 1235 karkeran di kuştinen li
ser kar de, jiyana xwe ji dest dan! Di sê heyvên ewil ên sala 2014'an de ev
hejmar 276 zêdetir bûn. Di heyva Nîsanê de li ser înşeata pira sêyemîn ku tê
îdda kirin ji bo sûda me ye; sê karkeran jiyana xwe ji dest dan. Ev hejmarên me
qal kir tenê yên hatine nivîsîn. Gava ku em bifikirin; karkerên bêewlahî ewqas
zêde bûye ku kes nizanê bê çend birayên me jiyana xwe li ser kar ji dest dane û
hayên me ji wan tûne! Li vê dinyaya ku ji bo em jiyana xwe bidomînin, ji bilî
firotina keda xwe,tu çara me nemaye. Ji cihê kar ku em diçin xebatê, tabûtên me
vedigerin Yên ku vê pergalê bigûherînin karker bixwe ne! lê mixabin bi sedan
sal in, ji ber hin sedemên cûda, siyaseta me karkeran hatiye tarî kirin. Lewma
ev 1'ê Gûlan ê gelek girîng e. Em li Gezi'yê hezar karker hebûn lê em bi
nasnameyên xweyî cûda ne li wir bûn! Hewceye ku em karkeriya xwe cihên xweyî
civakî biqîrin û vêna bidine xûya kirin.
Qala aştiyê
dikin.. Hikûmetek ku dibêje: 'me got qey aştiye' û îradeya gelan nabîne,
tehamûlî hilbijartinên heremî nake, hin dengan 15 caran dihejmêrê û ti bingehek
hiqûqî ji vê re nahêle. Gelo wê çawa ji bo kedkarên li ser vê axê re
mûzakereyan aştiyê bîne? Bêgûman aştî; wê bi saya serê tekoşînên li qadan
werê.. Aştiyek ku em tevlî nebûne,li pişta deriyê girtî ku bi destê dîktatorekî
pêkhatiye, ji tu kesî re nabê xêr.. Dîktatoriya Tayyîp: li bin gûhên me gelê
Sûrî bi gaza sarîn qetil dike Di rewşa îro li Tirkiye'yê, nêzî milyonek birayên
me yî Sûriye'yî neçar mane, û koçberî vir bûne,, Ji devla em wek koleyên
Akp'êyî yên şovenîst û arzan wan piştgûh bikin; em ê di tekoşîna xweyî li
hember bûrjûvaziyê, van gelan jî tevlî xwe bikin û nîşanî wan bikin bê ka
enternasyonalîzma rast çawa ye!
Jİ bo em vana
hemûyan biqîrini divê em di 1ê GÛLANÊ DE Lİ QADA BİN!
Bijî têkoşîna
milîtan a rêxistinbûyî ya me!
Bijî dinyayeke ku
metîngerî çînîtî û cûdahî tunebê! Di 1'ê GÛLAN'ê de derbikevine qadan!!
Komeleya Têkoşîna Karkeran.
İMD
Hiç yorum yok:
Yorum Gönder